TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiyên ser ên Amerîkayê Kendava Hurmuzê derbas kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 gulan 2019 19:44

PeyamaKurd – Keştiyên şer ên Deryavaniya Amerîkayê ku moşekên Tomhawk ên menzîldirêj hildigirin şeva borî ji ser Kendava Hurmuzê re derbas bûn û li Kendava Basra ya Rojhilata Navîn hatin bicihkirin.

Çavkaniyên Enstîtuya Hêzên Deryavaniya Amerîkayê (USNI) ragihandin ku keştiyên moşekên menzîldirêj ên USS Gonzales (DDG-66) û USS McFaul (DDG-74) şevê din ji ser Kendava Hurmuzê re derbas bûne û rastî ti destwerdaneke hêzên Îranê nehatine.

Herwiha hat diyarkirin ku herdu keştî jî li nêzîkî keştiyên din ên şer ên Amerîkayê ku li herêmê ne hatine bicihkirin.

Parve bike: