Cîhan
Kiliçdaroglu li Londrayê dest bi danîna têkiliyan kir
PeyamaKurd – Serokê partiya komarî ya muxalif ya Tirkiyê (CHP) Kemal Kılıçdaroğlu ji bo 2 rojan seredana serbajarê Îngîltere Londrayê kir û bi rêvebirên şîrketên veberhênerên teknolojiya nû re hevdîtinan kir. Li gor ragihandina CHP ê; Kılıçdaroğlu li Londrayê bi rêvebirên şîrketên Entrepreneur First û The Creator Fund civiya û di derbarê xebatên wan de agahiyan sitend.
Partî di derbarê seredana Kılıçdaroğlu ya ji bo Îngîlterê re got ku di serî de fonên teknolojiya nû, bi şîrketên ku teknolojiya wan dostê xwezayê ne, bi torên wan re civînan kiriye. Kılıçdaroğlu bi van hevdîtinan, wê nêrîn û fikra partiya xwe tesbît bike û bi raya giştî re parvebike.
Bende ne ku Kılıçdaroğlu di 5 ê mijdarê de dagere Tirkiyê.