TR KU SO
FB X
Cîhan

Kirby: Kes naxwaze li Kendavê serê çekdarî çêbibe!

Leyla Denli
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2023 13:06

PeyamaKurd Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby got, li herêma Kendavê tu kes naxwaze şerekî çekan bibîne.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand, ew ê hebûna xwe ya leşkerî li navçeyê bihêztir bikin li hember hewlên Îranê yên ji bo tehdîdkirina bazirganiya keştiya azad li Tengava Hurmuzê.

Li ser vê mijarê ji Dengê Amerîka re Kordînatorê Ragihandina Stratejîk a Encumena Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Kirby diyar kir, li herêma Kendavê ti kes naxwaze şerekî çekdarî bibîne.

“Lê belê êrîşên Îranê yên li ser veguhestina deryayî hema bêje bênavber berdewam dikin. Ji ber ku me mudaxele kir hinek ne serkeftî ne, hinek serkeftî ne.”

John Kirby amaje bi daxuyaniya Pentagonê ya derbarê bicihkirina hêmanên nû yên leşkerî li herêmê jî kir û got, ev pêngav wê şiyana Amerîkayê ji bo rêgirtina li êrişên bi vî rengî zêdetir bike.

Kirby got, "Em bang li rejîma Îranê dikin ku dawî li vê reftarên bêîstiqrar bîne. Di vê navberê de, em ê teqez bikin kapasîteyên ku em hewce ne hene."

 
Parve bike: