Cîhan
Koalîsyona Ereb: Li Marîbê û Cewfê 140 Hûsî hatin kustin
PeyamaKurd – Koalîsyona Ereb ya di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdiyê de ye, li Yemenê li bajarên Marîbê û El-Cewfê di nav 24 sietan de operasyon kirine ser hêzên Hûsiyan û di encamê de 140 çekdarên Hûsiyan kuştine.
Li gor ragihandina ajansa fermî ya SPA yê ku ya Erebistana Si’ûdiye, li bajarên El-Cewfê û Marîbê 28 operasyon hatine kirin.
Di operasyonan de ji bilî 140 Hûsî hatine kuştin û 14 alavên leşkerî roxandine. Artêşa Yemenê jî bi nivîskî ragihand ku gelek çeperên Hûsiyan yên li Marîbê têkbirine lê behsa hûrahiya mijarê nekir.