TR KU SO
FB X
Cîhan

Komên girêdayî Tirkiyê êrîsî xalên hêzên Hikûmeta Samê kirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 14 gulan 2021 16:57

PeyamaKurd – Komên girêdayî Tirkiyê, li başûrê Idlibê êrîşî xalên hêzên Hikûmeta Şamê kirin.

Li gor Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, komên girêdayî Tirkiyê, bi giranî bajarê Kefernebil û Cebel El-Zawiyê yên Idlibê topbaran kirin.

Herwiha, hêzên Hikûmeta Şamê bersiva êrîşan da û hin deverên komên çekdar kirin armanc.

Li aliyekî din, ji ber êrîşa balefirên Rûsî yên li ser gundê Idlibê û Ladiqyê, 5 sivîlan can dan.

 

Parve bike: