Cîhan
Koreya Bakur red dike bi Japonyayê re danûstandinan bike
PeyamaKurd – Kim Yoo Jong, xwişka rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un got ku welatê wê her danûstandinên bi Japonyayê re red dike.
Alîkarê Serokê Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Koreyê (WPC) Kim Yoo-jong di daxuyaniya xwe de diyar kir ku civîna bilind a navbera Japonya û Koreya Bakur ne rast e.
Kim Yoo-jong piştrast kir ku serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida daxwaz kir ku di zûtirîn demê de bi Kim Jong-un re hevdîtinek taybet pêk bîne.
Serokwezîrê Japonyayî Kishida zextê li Koreya Bakur dike ku welatiyên Japonyayî yên li Koreya Bakur revandî serbest berde.