TR KU SO
FB X
Cîhan

Koska Sipî: Dê Erdogan û Biden bi telefonê biaxifin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 06 adar 2021 04:33

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî Jen Psaki ragihand ku wê serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê Amerîkayê Joe Biden di noqteyekî de bi rêya telefonê biaxifin.

Psaki, li Koşka Sipî civîna çapemeniyê lidarxist û di civînê de li ser pirsa ku çima heya niha Biden û Erdoğan bi rêya telefonê neaxifîne de weha got:

“Gelek serokên dinyayê hene ku divê Biden li wan bigere. Wê Biden di hefteya pêşiya me û mehên pêşiya me de van axaftina bike. Ez bawerim dê di noqteyekî de bi Erdoğan re biaxife.”

Parve bike: