TR KU SO
FB X
Cîhan

Koska Spî ‘ji ber gefên Tirkiyê’ rewsa awarte ya li Rojava salekê dirêj kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2020 17:26

PeyamaKurd – Koşka Spî ragihand ku bi biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump rewşa awarte ya 14ê Cotmeha 2019an hatibû ragihandin, ji ber berdewama operasyonên tunekirina DAIŞê û gefên Tirkiyê li ser herêmê salekê hatiye dirêjkirin.

Di daxuyaniya Koşka Spî de wiha hatiye gotin: “Rewşa Sûriyê û mijarên girêdayî wê, nexasim hewldanên Tirkiyê yên ji bo êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêngava tunekirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê sînordar dike, sivîlan dixe xetereyê û têkbirina ewlehî û aştiya li Sûriyê tehdît dike. Ev jî hîna li ser ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya Amerîkayê gef e.”

Koşka Spî ji ber van sedeman ragihand, rewşa awarte ya neteweyî ku 14ê Cotmeha 2019an hatiye ragihandin û heta 14ê Cotmeha 2020an berdewam dike, saleke din tê dirêjkirin.

Amerîkayê piştî destpêkirina êrîşên Tirkiyê li ser bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê 14ê Cotmeha 2019an, li gorî biryara 13894an rewşa awarte ya neteweyî têkildarî siyaseta derve ya Amerîkayê û rewşa li Sûriyê ragihandibû.

Parve bike: