Kosovayê bang li NATOyê kir: Bila bendan rakin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti, li ser aloziyên ku ji duh ve ye li Bakurê Kosovayê diqewimin, bang li hêzên NATOyê yên li Kosovayê (KFOR)ê kir ku bendên danîne, rakin.
Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic, piştî aloziyên li Metohiya li Bakurê Kosovayê daxuyanî daû û diyar kiribû ku
"Peyama me ji kesên din re ev e ku divê ew Civaka Sirbî ava bikin, rêz ji maf û azadiyên Sirb û Sirbîstan re bigirin, li gorî peymanên destnîşankirî û zagonên navneteweyî tevbigerin. Ev, yekane rêya destpêkirina asayîkirina têkilî û jiyana me hemûyan e.”
Li ser vê yekê Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti jî bang li Yekîtiya KFOR'ê ya NATO'yê kir ku bendên ji aliyê Sirbên Kosovayê ve li bakurê Metohiyayê hatine danîn, rake.
Albin Kurti got, "Careke din ez bang li KFOR'ê dikim ku azadiya tevgerê bike bin saxlemiyê. KFOR ji bo jîngeheke aram û ewle li Kosovayê radiweste, ev tê wateya azadiya tevgera bêcudahî. Em li benda bersiva Fermandariya Mîsyona NATOyê ne.”