TR KU SO
FB X
Cîhan

Kremlîn: Hêzên Rûsya û Tirkiyê li Idlibê pir nêzî hev in, em hêvî dikin…

Hevi Turan
Nivîskar
📅 03 adar 2020 18:54

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimtrî Peskov beriya hevdîtina 5ê Adarê ya Erdogan-Pûtîn li ser aloziya Idlibê ya bi Tirkiyê re daxuyanî da.

Peskov got, hêzên Rûsya û Tirkiyê li herêma Idlibê pir nêzîkî hev in û ew hêvîdarin xetera rûbirûbûna wan hêzan çênebe.

Peskov wiha axivî: “Em hêvî dikin ku rîska rûbirûbûna rasterast bi hêzên Tirkiyê re bi temamî kêm bikin û em ê vê jî bi pêwendiyên nêzîk ên artêşên herdu welatan bikin.”

Berdevkê Kremlînê diyar kir ku roja Pênceşemê Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan têne ba hev û ragihand, dibe ku lutkeyeke bi beşdarîya Pûtîn, Erdogan û Ruhanî were lidarxistin.

Parve bike: