TR KU SO
FB X
Cîhan

Krîza nexşeyan: Kuwêtê li Neteweyên Yekbûyî giliyê Iraqê kir

📅 24 sibat 2026 17:33

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Kuwêtê bi fermî li dijî Iraqê nerazîbûn nîşan da û Bexda bi binpêkirina serweriya xwe ya deryayî tawanbar kir.

Krîz piştî wê yekê dest pê kir ku Iraqê nexşeyên nû yên deryayî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin. Kuwê îdia dike ku ev nexşe desttêwerdanê li herêmên wan ên avî dikin, bi taybetî li ser herêmên stratejîk ên wekî "Feşt Qaid û Feşt Aij".

Kuwêtê bi fermî berpirsê karên Iraqê, Zayid Ebas Şanşul, gazî wezaretê kir û nameyeke tund a nerazîbûnê radestî wî kir. Li gorî daxuyaniya Kuwêtê, ev herêmên ku Iraq niha îdiaya serweriyê li ser dike, di dîrokê de her dem beşek ji xaka Kuwêtê bûne û tu carî neketine nava nakokiyan.

Ev gava Iraqê wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî û Peymana Neteweyên Yekbûyî ya 1982yan a li ser Qanûna Deryayê (UNCLOS) hat nirxandin.

Hikûmeta Kuwêtê ji bo kêmkirina rageşiyê sê daxwazên sereke ji Iraqê kirin:

  1. Rihê Biratiyê: Parastina têkiliyên dîrokî û cîrantiyê.
  2. Hiqûqa Navneteweyî: Pabendbûna bi peymanên deryayî yên navneteweyî.
  3. Peymanên Dualî: Veger bi ser wan rêkeftinên fermî yên ku berê di navbera her du dewletan de hatine îmzekirin.

Ev alozî di demekê de kûr dibe ku her du dewlet li ser zeviyên petrolê yên hevbeş û bikaranîna rêyên deryayî yên li Kendavê car bi car dikevin nava hevrikiyê. Tevî hewldanên dîplomatîk, mijara sînorên deryayî wekî "birîneke vekirî" di têkiliyên Bexda û Kuwêtê de dimîne.

Parve bike: