Kurtulmus, bersiva rexneyan da: Kurd, xwisk birayên me ne
PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş, li Civata Giştî ya Meclisa Mezin a Tirkiyeyê axivî û di axaftina xwe de bersiva rexneyên li dijî Ak Partiyê ya li hember gelê Kurd da.
Numan Kurtulmu, di hevdîtinên Pêşnûmeya Zagona Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2023yan û Pêşnûmaya Zagona Hesabên Dawî yên Hikûmeta Navendî ya 2021an, li ser navê Koma AK Partiyê axivî.
Kurtulmuş, di nav axaftina xwe de rexneyên ku li partiya wî tên girtin jî bersivandin û got,
" Ez dixwazim bibêjim ku em vê yekê bi awayekî kategorîk red dikin. Xwişk birayên me yên Kurd ku welatiyên Komara Tirkiyeyê ne û kesên ku li vê erdnîgariyê dijîn, xwişk birayên me ne. Welatiyên Kurd ên li vî welatî, welatiyên me yên rêza yekem in, xwişk û birayên me ne û tu cudahiya wan ji 85 milyon hemwelatiyên me tuneye.
Me tu car gelan li gorî nijada wan ji hev cuda nekir. Ji hev veqetandina mirovan, li gorî eslê xwe yê mezhebî û nijadî, lîstika emperyalîzmê ye. Tirk, Kurd û Erebên vê herêmê, Tirkmen, Fars, Êzidî, Şîe, Sunnî û Elewî, hemû gelek in û gelên heman erdnîgariyê ne.”