TR KU SO
FB X
Cîhan

Lavrov û Çavusoglu li ser Sûriyê axivîn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2019 22:16

PeyamaKurd - Wezîrên Derve yên Tirkiye û Rûsyayê Mevlut Çavuşoglu û Sergey Lavrov bi pêwendiyeke telefonî li ser mijarên Sûriyê û rewşa Idlibê axivîn.

Pêwendiya Lavrov û Çavuşoglu li demeke ku şanda Amerîkayê ya bi Seroktiya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey li Enqerê ye û dest bi danûstandinên Sûriyê yên derbarê avakirina herêma ewle û çendîn mijarên din kiriye, pêk hat.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Tirkiyê derbarê pêwendiya telefonî de ragihandin ku rewşa Sûriyê û Idlibê hatiye nirxandin, lê hurgiliyên axaftina Lavrov û Çavuşoglu nehatin belavkirin.

Parve bike: