Cîhan
Li Afxanîstanê zêdetirî 155 kesan di encama erdhejê de can dan
PeyamaKurd – Li Afxanîstanê zêdetirî 155 kes di encama erdhejeke bi hêz de can dan.
Li gor Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê diyar kir, îro di saetên serê sibehê de erdhejeke bi hêza 6.1 hin herêmên Afxanîstan û Pakistanê hejand.
Herwiha Navendê eşkere kir, erdhej 44 km dûrî bajarê Khost ê başûrê rojhilatê Afxanîstanê û 51 km di bin erdê de çêbûye.
Ajansa Rêvebiriya Karesatan ya Afxanîstanê da zanîn, di erdhejê de herî kêm 155 kesan li rojhilatê welat can dane û bi dehan kes birîndar bûne.
Di derbarê erdhejê de Navenda Erdhejnasiya Ewropî jî bi tweetekê destnîşan kiriye, li Pakistan, Afxanîstan û Hindistanê 119 milyon kesan erdhej hest kirine.