Cîhan
Li Amerîkayê bahoz giha bejê: 4 kes mirin!
PeyamaKurd- Li Amerîkayê vê sibehê Bahoza Florenceyê giha bejê. Li gorî agahiyên pêşî, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Eyaletên Coralînaya Bakur û Coralînaya Başûr û Virginia biryar hat standin ku Mîlyonek û 700 sed hezar were texliyekirin.
Ewlehiya Wilmingtonê ya Coralînaya Bakur di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da got ku di bahoz û bagerê de 2 kes mirine. Ji ber ku darek bi ser malê de ketiye pîrekek û zaroka wê mirine. Bav jî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê. Ji xeynî van jî du kesên dî jî jiyana xwe ji dest dane.
Li keviya Coralînaya Bakur pêlên behrê, heta bi sê metreyan bilind dibin.
Ji ber bahozê li Coralînaya Bakur 620 hezar kes bê ceyran maye.