Cîhan
Li Bahreynê Mîr Selman weke Serokwezîrê nû hat destnîsankirin
PeyamaKurd – Şahê Bahreynê Hamed bin Îsa Al Halîfe, Welîaht Mîr Selman bîn Hamad Îsa Al Halîfe weke Serokwezîrê nû destnîşan kir.
Li gor ajansa nûçeyan a BNAyê, Şah Hamed daxuyaniya biryara şahtiyê de, li cîhê Halîfe bin Selman Al Halîfe yê di 85 saliya xwe de jiyana xwe dest da, Welîaht Mîr û Alîkarê Serfermandariyê Selman weke Serokwezîrê nû destnîşan kir.
Dîvana Kralîyeta Bahreynê, bi daxuyaniyekê koça dawî ya Serokwezîr Halîfe bîn Selman Al Halîfe yê ku 49 salan, di dinyê de herî zêde weke Serokwezîr kar kiriye û li Amerîkayê jiyana xwe dest daye ragihandibû.