TR KU SO
FB X
Cîhan

Li bajarê Necefê agir berdan sefareta Îranê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 28 mijdar 2019 04:57

PeyamaKurd- Li başûrê Iraqê li bajarê Necefê di dema xwepêşandanên li hemberê hukumetê de, xwepêşandêr agir berdan sefareta Îranê ya Necefê. Li ser mezinbûna bûyerê fermandariya operasyonan ya Necefê bi awayeka nivîskî beyanek ragihand û derketina derve hat qedexekirin. Ne diyare bê heya kengê qedexe dewam bike.

Li aliyê dinê li Bexda, Musenna, Qasidiye û Zîkarê di navbera hêzên asayîşê û xwepêşandêran de gengeşe derketiye û gelek kes birîndar bûne. Li Qasidiyê siba bi fermî tatîl hat îlankirin.

Parve bike: