TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Basûrê Amerîka balafira leskerî ket: 6 kes mirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 gulan 2020 03:14

PeyamaKurd – Li welatê Bolivya yê dikeve Başûrê Amerîkayê balafireke piçûk a leşkerî ku 4 welatiyên îspanî dibir welatê wan ket û 6 kesên tê de can dan.

Li gorî nûçeya medya Bolivyayê balafira ku dixwest ji bajarê Trinidad a eylate Beniyê biçe Santa Gruz a Îspanyayê piştî rabûnê bi demeke kin ketiye û tevê 4 rêwiyan û 2 muretebatên wê yên leşker can dane.

Hat gotin ku balafira leşkerî ya cureya  Beechcraft Baron 55 piştî rabûnê bi 15 xulekan ji ber arîzeyeke teknîkî ketiye li nêzîkî gola Suarezê ketiye.

Wezareta Berevaniya Bolivya bi peyamekê sersaxî ji malbatên leşkerên di balafirê de can dane re xwest.

Parve bike: