TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bexdayê êrîsî sê parlamenterên Iraqî kirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 05 nîsan 2022 16:02

PeyamaKurd Li herêma Raşidiyê ya bakurê Bexdayê, êrîşî sê parlamenterên Iraqî kirin.

Li gor çavkaniyeke ewlekariyê diyar kir, parlamenter Mihemed Fazil Dilêmî, ji Firaksiyona Siyade û Elî Saidî û Husam Saidî ji Firaksiyona Sedir, li herêma Raşidiye rastî hewleke terorkirinê ya têkçûyî hatin.

Herwiha wî çavkaniyî eşkere kir, êrîşker hat naskirin û ew her sê parlamenter çûn navenda polîs û gilî tomar kirin.

Parlamenter Mihemed Fazil Dilêmî jî ji medyaya Iraqî re daye zanîn: “Dema em li herêma Raşidiyê beşdarî vekirina qehremaniyeke futbolê bûn, kesekî naskirî yê ji malbata Feyaz, rasterast gule li me reşandin.”

Dilêmî destnîşan kiriye: “Em sedema dijminatî û armanckirina me nizanin.”

Di berdewamiyê de daye zanîn, wan li navendeke polîsan, doz li dijî kesê ku ew kirine armanc vekirine.

Parve bike: