Cîhan
Li Brîtanyayê êrîsa bi kêran: 3 kustî, 3 birîndar
PeyamaKurd - Li Brîtanyayê kesekî bi kêrê êrîş bir ser çend kesan ku di encamê de 3 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Li ser êrîşê polîsê Brîtanyayê ragihand ku roja Şemiyê zilamekî 25 salî li parkeke bajarokê Reading li Englandê bi kêrê êrîşî çend kesên din kiriye û di bûyerê de 3 kes hatine kuştin, 3 kesên din birîndar bûne ku êrîşkar jî hatiye girtin.
Li gorî ragihandina medya Brîtanî hîn sedema êrîşê zelal nebûye, lê tê gotin ku ew ne êrîşeke terorî ye.