TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Der’ayê bombeyek teqiya: 7 kustî hene

Leyla Denli
Nivîskar
📅 09 îlon 2021 13:29

PeyamaKurd – Li parêzgeha Der’ayê, bombeyek teqiya û di encamê de 7 leşkerên Sûriyê hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, di encama teqîna bombeyekê bi otombîleke artêşa Sûriyê de, 7 leşkerên Sûrî li parêzgeha Der’ayê hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Ev di demekê de ye, piştî rêkeftina agirbestê û çareserkirina rewşa Der’ayê, do hêzên artêşa Sûriyê û Polîsa Leşkerî ya Rûsî, derbasî nava taxa Der’aya Beled bûn.

Parve bike: