TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Efrînê teqîn çêbû: “3 kes birîndar bûn!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2018 12:30

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê teqînek çêbû. Di encama teqînê de 3 kesên sivîl birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê li ser rêya Birc Heyder-Cindirêsê di dema ku, ku trempêleke ji keviran barkirî derbas bû bombeyek teqiya. Di encama teqînê de 3 kesên sivîl birîndar bûn.

Ji roja ku Efrîn ji destê YPGê derketiye heta niha, aramî li herêmê çênebûye. Her roj bûyereke teqîn, kuştin an jî revandinê rû dide.  

Parve bike: