TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Efrînê teqînek çêbû, kustî û birîndar hene!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 22 tebax 2018 14:05

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê li Efrînê li Meydana Siyasetê teqînek çêbû.

Li gorî agahiyên herêmî bombeyeke ku di nava sergo de hatibû bicihkirin, hate teqandin. Teqîn li dijî polîsên Artêşa Azad a Sûriyê pêk hatiye.

Li gorî agahiyan di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û gelek jî birîndar hene.

Piştî teqînê rêyên derdorê hatine girtin. Di derbarê teqînê de daxuyaniyeke fermî nehatiye kirin.

Parve bike: