TR KU SO
FB X
Cîhan

Li El Babê êrîseka bombeyî: 8 kustî

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 07 nîsan 2018 21:36

PeyamaKurd- Li bakûrê bajarê Heleb a Sûriyê, li navçeya El Babê bi erebeyeka bombekirî êrîş hat kirin û di encamê de 8 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Teqîn nêzî mizgefta mezin çêbû û niha Bab di destê Artêşa Azad û Tirkiyê de ye.

Ragihandina bûyerê ji aliyê rêvebiriya parastina sîvîl ya Helebê, ji aliyê Emmer Selmo de hat kirin. Selmo ragihand ku birîna birîndaran girane û dibe jimara miriyan zêdetir bibe.

Piştî bûyerê agir bi hinek ciyan ketibû û tîmên agirkujiyê agir vemirandin. Hêzên asayîşê li herêmê tedbîrên ewlekariyê zêdetir kirin.

Heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe.

Parve bike: