TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Erzincanê qeza çêbû: “Leskerek mir, 3 birîndar bûn!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2018 14:10

PeyamaKurd- Vê sibehê li Erzincanê li navçeya İliçê qezayek çêbû û di encama qezayê de leşkerek mir, 3 birîndar bûn.

Vê sibehê li Erzincanê li navçeya İliçê ajovanê cemseyeke leşkerî qontrola dîreksiyon winda kir û cemse ji rê derket û di kêş çû xwarê. Di encama qezayê de çawîşê pispor yê bi navê Furkan Kaplanbaba jiyana xwe ji dest da. 3 leşker jî birîndar bûn. Birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Parve bike: