Cîhan
Li Farqînê di navbera PKKê û cerdevanan de ser derket!
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li navçeya Amedê ya bi navê Farqînê, di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên PKKê de şer derket. Di encama şêrr de cerdevanek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Di derbarê şêrr ji walitiya Amedê daxuyaniyek hat: “Di têkoşîna li dijî terorê de li derdora Bendava Farqînê operasyon pêk dihatin. Duh nîvê şevê seet li 01:45an bi komeke terorîst re şer derketiye. Di encama şêrr de 2 cerdevan birîndar bûn û di cih de birîndar bi firokan me rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî. Tevî hemî hewldanan cerdevanek nehate xilaskirin.
Ji xeynî vê jî li dijî PKKê li herêmê operasyon berdewam dikin.