TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Fransayê êlekzer ji nû ve derketin kolanan

Hevi Turan
Nivîskar
📅 08 rêbendan 2023 17:07

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Fransayê xwepêşandanên êlekzeran ên li dijî bihabûn û enflasyonê ji nû ve dest pê kirin.

Li gorî medya Fransî, karkeran ku wekî êlekzer têne naskirin, beriya ragihandina bernameya hikûmetê ya 10ê Çileyê derbarê reforma xanenişîniyê, bihabûna enerjiyê û bilindbûna enflasyonê, li ber avahiya Wezareta Aboriyê li Parîsê xwepêşandan kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, protestoyên êlekzeran cara yekem 17ê Mijdara 2018an li hember polîtîkayên hikûmetê yên aboriyê dest pê kiribûn û heta demeke dirêj jî berdewam kiribûn.

Parve bike: