Li Fransayê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Li Fransayê, ji ber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa Koronayê, dema qedexeya derketina derve hat dirêjkirin.
Li gor Serokwezîrê Fransa Jean Castex da zanîn, ji roja Şemiyê pê ve qedexeya derketinê dê di saet 18:00 de destpê bike ku ew niha di navbera 20:00 û 06:00 de didome.
Castex diyar kir, hejmara pêketinên nû yên vîrusa Korona bi wan re fikar çêkirine û ew neçar mane ku qedexeyê berfirehtir bikin.
Herwiha Castex destnîşan kir, ew ê ji kesên ji derveyî Yekîtiya Ewropa (YE) têne welatê wan testên negatîf yên vîrusa Korona yên 72 saetên dawî bixwazin û wan 7 rojan di karantînê de bihêlin.
Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa, bi qasî 3 milyon kes bi vîrusa Korona ketine û 69,450 kes bi wê can dane.