Cîhan
Li girtîgehên 3 bajarên Îranê 3 kesên din hatin îdamkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li ser biryara dadgehên Îranê, li girtîgehên bajarên Erak, Şîraz û Bêhbehanê 3 kesên din hatin bidarvekirin.
Çavkaniyên Îranê ragihandine ku roja Yekşemê girtiyên bi navên; Hadî Ferahanî li girtîgeha bajarê Erakê, Seîd Cokar li girtîgeha Adilabad û Mîlad Ferehmendî li girtîgeha bajarê Bêhbehanê hatin bidarvekirin.
Herwiha hatiye zanîn ku girtiyê bi navê Yûnis Xêrullapûr jî roja Pêncşema borî li girtîgeha bajarê Elîgoderzê hatiye bidarvekirin.