Cîhan
Li Hindistanê helîkoptera perwerdê ket
PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li herêma Cammû Keşmîrê helîkoptera ku perwerda firandinê dikir ket. Her 2 leşkerên tê de giran birîndar bûn û wan birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can dan.
Li gor ragihandina artêşa Hindistanê helîkoptera leşkerî di dema ji bo perwerdê difiriya, li Udhampurê ket devera daristanî.