Li Îngîltere doktorên pratîsyen ketin grevê
PeyamaKurd – Li Îngîltere bi sedema ku mehaneyên wan zêde bikin û şertên xebata wan xweştir bikin doktorên pratîsyen ketin grevê. Doktor wê 5 roj di grevê de bimînin. Xwepêşandana xwe li ber Ofîsa serokwezîr kirin û daxwaza mafên xwe kirin.
Îsal 5 care ku doktorên pratisyen li Îngîltere grevê dikin. Dixwazin seeta wan bi 20 Sterlînî be û şertên xebata wan baştir bikin. Doktor heya niha serê seetê 14 Sterlîn distînin.
Hekîmên endamên Yekîtiya Doktorên Îngîltere (BMA) ber bi Ofîsa serokwezîr, wezareta darayî û konaxa serokwezîr Rishi de meşiyan. Serokê BMAyê Rob Laurenson di axaftina xwe de got ku ew îsal 15 rojên xwe bi grevê derbas kirine.
Wezîrê tenduristiyê Steve Barclay îro di Daily Mail de gotarekî belav kiriye û xwestiye doktor dev ji grevê berdin û dagerin ser karên xwe.
Sîstema Netewî ya Tenduristiyê (NHS) di rapora ku belav kir de got ku jimara kesên li benda xizmetên tenduristiyê ne, gihaye 7,6 mîlyonî û ji ber wexta rêzê dirêj dibe 800 hezar randevû betal kirine.