Li Îranê, 3 rojnamevanên jin hatin desteserkirin
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya malpera Cemaran, Sendîkaya Rojnamegeran ragihandiye ku li paytexta Tehranê 3 rojnamegerên jin hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ku rojnamevanên jin Melîka Haşimî, Saîde Şafiî û Mehrnûş Zariî, li Îranê hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku Melîka Haşimî, Saîde Şafiî û Mêhrnûş Zariî li Girtîgeha Evîn a Tehranê tên ragirtin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Şafiî bi propagandaya li dijî rejîmê û gefxwarina ewlehiya niştimanî hatiye tometbarkirin, lê di derbarê 2 rojnamevanên din de tu agahî nehatine dayîn.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê, ji xwepêşandanên Jîna Emînî ku di Îlona sala borî de dest pê kiribû, 79 rojnamevan li wî welatî hatine binçavkirin.
Jîna Emînî ya 22 salî ku di 13ê Îlona 2022yan de li Tehranê ji aliyê dewriyeyên Îrşad ên bi navê “polîsên exlaqî” ve hatibû binçavkirin û rakirin nexweşxaneyê, di 16ê Îlona 2022yan de jiyana xwe ji dest dabû û li ser vê yekê xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê dest pê kiribûn.