TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Iraqê konferansa "Diyaloga di Nav Olan de": Papa jî tevlî konferansê dibe

Leyla Denli
Nivîskar
📅 13 tebax 2022 16:33

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi dawîbûna amedahiyên konferansa 3yem a diyaloga di nav olan de ragihand û diyar kir, biryar e Konseya Papayê Vatîkanê jî tevlî konferansê bibe.

Li gor tê pêşbînikirin, li Bexdayê di konferansa 3yem a diyaloga di nav olan de, wê weqfên Şiî, Sunnî, Xirîstiyan, Mandean û Êzîdî jî amade bin. Wezaretê herwiha eşkere kir, wê Konseya Papayê Vatîkanê jî tevlî konferansê bibe.  

Papa Francis sala borî di serdana xwe ya Kurdistan û Iraqê de, banga pêşxistina diyaloga di nav olan de kiribû.

Parve bike: