Cîhan
Li Îsweçê terefdarên PKK ê mesiyan
PeyamaKurd – Li payîtexta Îsweçê li Stockholmê terefdarên PKK/YPG ê bi sedema peyamana navbera Îsweç û Tirkiyê ya ji bo Îsweç bibe endamê NATO yê û hem di qanûna xwe de di derbarê rêxistinên siyasî de guherînan dike, meş lidar xistin.
Meşvanên terefdarên PKK ê li Meydana Norra Bantorget civiyan û heya ber parlementoya Îsweçê meşiyan. Meşvanên terefdarên PKK ê, di destên wan de al û remzên PKK ê hebûn û li dijî îstîxbarata Îsweçê SEPO yê sloganan qêriyan. SEPO duhî xwestibû ku PKK û rêxistinên din yên şiddetê bikartînin, tevgerên wan li Îsweçê bên qedexekirin.