Cîhan
Li Îzmîrê 88 koçber hatin girtin û 15 koçber hatin rizgarkirin
PeyamaKurd - Li bajarê Îzmîrê 88 koçber hatin girtin û 15 koçberên din jî hatin rizgarkirin. Koçberên hatine girtin li navçên Urla û Seferihisarê hatine girtin.
Li navça Menderesê 15 koçber hatin rizgarkirin û 4 kesên ku bi qaçaxî koçberan dibin û tînin, hatin desteserkirin.
Piştî koçberan ji deryayê derxistin bejahiyê, wan teslîmê Rêvebiriya Koçberan kirin.