TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Koln a Almanya teqîn: Tawana klubê rûxiya

Hevi Turan
Nivîskar
📅 16 îlon 2024 20:22

PeyamaKurd – Li bajarê Kolnê yê Almanyayê, di klubekê de teqîn çêbû.

Polîsê Alman ragihand ku îro 16ê Îlonê li Kolnê li ber klubekê teqînek rû daye û di encamê de ziyanên madî çêbûne.

Li gorî daxuyaniya polîs di encama teqînê de tawana kargehê hilweşiyaye, lê mirî û birîndar tune ne.

Piştî teqînê tedbîrên ewlekariyê hatin wergirtin, lê derbarê sedema teqînê de ti agahî nehatin parvekirin.

Parve bike: