Li Koreya Basûr F-16yeke DYA ket xwarê
PeyamaKurd - Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku îro danê sibê firokeyeke wan a şer a F-16 li peravên deryaya rojavayê Koreya Başûr ketiye. Artêşê da zanîn ku pîlotê firokeyê dikaribûye xwe ji mirinê rizgar bike.
Fermandarê Hêza Hewayî ya 8emîn a Hêzên Asmanî ya DYAyê Serbaz Matthew C. Gaethke di daxuyaniya di derbarê bûyerê de got:, "F-16ek ji frokeya Şer a 8emîn, dema ku li ser Deryaya Rojavayê Koreya Başûr difiriya rastî rewşa awarte hat û kete xwarê."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku pîlotê vê frokeya ku ketiye, bêyî ti ziyaneke canî xwe ji frokeyê avêtiye û rizgar bûye û ew arasteyî nexweşxaneyê kirine.
Serbazê Amerîkî Gaethke di daxuyaniyê de ji bo hevkariya mirovî ya Koreya Başûr a di dema operasyona rizgarkirinê de spasiyê pêşkêşî hêzên rizgarker û hemû kesên ku beşdarî rizgarkirina bi lez a pîlotê froyeya wan bûne kir.
Gaethke got, "Em ê niha bala xwe bidin lêgerîn û vegerandina frokeyê."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta lêkolînên berfireh ên li ser bûyerê neqedin, wê di derbarê sedema rewşa awarte ya di dema firînê de agahî nayên dayîn.