TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Londrayê protestoya Jîna Emînî hat kirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2022 02:56

PeyamaKurd – Li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî û di dewama xwepêşandanan de li payîtexta Îngîltere li Londrayê çalakiyeka protestoyî hat kirin. Protesto ji aliyê Îraniyên ku li Îngîltere dijîn ku ji gelek neteweyan pêk tê û bi hevkariya rêxistinên sîvîl yên civakî hat kirin.

Di destê çalakvanan de pankartên ku li ser wan nivîsandibû ‘Azadî ji bo Îranê’, ‘Mahsa Amînî’ û ‘Li Îranê ji jina re azadî’ bilind kirin. Çalakvan piştî axaftina li Meydana Trafalgarê meşiyan, heya Meydana Parlementoyê çûn û li wir dawî li meşa xwe anîn.

Jîna Emînî di 13 ê êlûnê de ji aliyê polîsê Tehranê de hatibû binçavkirin û di 16 ê êlûnê de li wir di îşkencê de hatibû kuştin. Cenazê wê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqizê hatibû definkirin û çalakiyên nerazîbûnê li hemberê kiryarê destpêkiribûn û heya îro dewam dikin.

Parve bike: