TR KU SO
FB X
Cîhan

Li navenda Artêsa Pasdarên Soresa Îranê teqînek pêk hat

Leyla Denli
Nivîskar
📅 03 gulan 2023 14:06

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li eyaleta Simnan a Îranê li navendeke leşkerî ya girêdayî Artêşa Pasdarên Şoreşê teqînek pêk hat.

Li gorî nûçeya ajansa nîvfermî ya Îranê Tesnîm, li bajarê Damgan a parêzgeha Simnanê li yek ji navendên amadekarî û piştevaniyê yên Artêşa Pasdarên Şoreşê, di encama qezayekê de teqînek di dema hilgirtina cebilxane de rû da.

Di nûçeyê de hat diyarkirin, qezaya ku bûye sedema teqînê tê lêkolînkirin û derbarê bûyerê de wê piştre agahiyên berfireh bên dayîn.

Parve bike: