Cîhan
Li navenda perwerdê sewat derket: 18 mirî
PeyamaKurd- Li welatê Hindistanê li navenda perwerdê şewat derket û di encamê de herî kêm 18 kes jiyana xwe ji dest dan. Bûyer li eyaleta Gujaratê di kompleksa Takşlayê de derket.
Ji ber şewat di qata 3 û 4an de derket mirî zêdetir bûn û kesên ku jiyana xwe dane temenên wan di navbera 14 û 17an de ne.Tîmên agirkujiyê agir vemirandine lê encam berbate.
Avahiya ku tê de şewat derketiye, bê derenca rizgarkirinê ye lê xebatên rizgarkirina piştî şewatê, ji aliyê xelkê de dewam dike.