Cîhan
Li New Yorkê rewsa awarte hat ragihandin
PeyamaKurd – Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ji ber lehiya ku ji ber barana zêde rabû rewşa awarte hat ragihandin.
Li New Yorka Amerîkayê ji ber barana zêde lehî rabû.
Li gor nûçeya Sputnikê Walîtiya New Yorkê Kathy Hochul ragihand, ji ber lehiya ku ji ber barana zêde rabû li bajêr rewşa awarte hat ragihandin.
Rayedaran hişyarî dan niştecihên Brooklyn, Queens, Bronx, Staten Island û Long Island ên New Yorkê ku li hember lehiyan baldar bin.
Wekî din, di dema ku hemî seferên balafirgeha LaGuardia ya New Yorkê ji ber barana zêde hatin sekinandin, Rêvebiriya Hewayî ya Federal ragihand, qada sotemeniyê ya li balafirgehê û rêyên gihîştinê yên nêzî balafirgehê di bin avê de man.