Cîhan
Li Nîjeryayê 70 kes hatin kustin
PeyamaKurd- Berdevkê wezareta bergiriyê yê Nîjeryayê John Eneçe bo çapemeniyê ragihand ku li eyaleta Kadûnayê li devera Çîkûnê, li daristana Kaçiayê li dijî çeteyan operasyonên bejayî û hewayî kirine û di encamê de 70 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndarin.
Eneche ragihand ku gelek muhîmatên çeteyan jî xistine dest û alavên lojîstîk jî desteser kirine.
Li herêmê gelek caran di navbera ajalvanên bi navê Fûlanî û qebîleyên ku bi cotyariyê meşxûl dibin de, şer û pevçûn dertên. Fûlanî dibêjin ku ew heywanên xwe dibin da biçêrînin û cotyar jî heywanên wan direvînin.