TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sancaktepe bi çekan li hev xistin: 5 birîndar hene

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 07 sibat 2026 23:37

PeyamaKurd – Li navça Sancaktepe li taxa Veysel Karanî di teref bi çekan li hev xist. Li gor agahiya pêşî, di şerê seet 18.50an de, 5 kes birîndar bûne.

Li ser şer û birîndariyê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Hat zanîn ku di şer de 5 kes birîndar bûne. Tîmên pêwendîdar li ciyê bûyerê xebata xwe dewam dikin.

Sedema şer û agahiyên di derbarê terefên şer de ti agahî nehat zanîn.

Parve bike: