Cîhan
Li Sergatê teqînek rûda: 5 çekdaran can da
PeyamaKurd - Li Şergatê bombeyek bi karwanekî Heşda Eşaîrî de teqiya û di encama teqînê de 5 çekdarên Heşda Eşaîrî yên Şergat hatin kuştin.
Teqîn li devera Xizêre ya li rojavayê Şergatê rûda. Bombeyek bi karwanekî Heşda Eşaîrî de teqiya û di encama teqînê de 5 çekdarên Heşda Eşaîrî yên Şergat hatin kuştin û du kes jî birîndar bûn.
Piştî teqînê hêzeke hevbeş a Lîwaya 51 a Heşda Şeibî û polîsê Şergat û Lîwaya 91 a artêşa Iraqê dest bi operasyonê kirin.