TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sinê, 3 kesên çiyager hatin girtin!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2018 18:12

PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sinê, sê kesên çiyager ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin girtin.

Hat ragihandin ku di van du rojên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sinê, sê kesên çiyager “bi sûcdarkirina têkiliya bi partiyên Kurdî yên li dijî hukûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin girtin.

Kesên ku hatina girtin, dido jê bira ne û navên wan Şevger Gûlabî û Zanyar Gulabî ne. Navê kesê dî jî Wirya Xosrewî ye.

Heta niha nayê zanîn ku kesên girtî li kû derê ne û rewşa wan çawa ye.

Parve bike: