Cîhan
Li Sinopê di gemiya barhilgir de sewat derket: 16 birîndar
PeymaKurd – Li bajarê Sînopê ku dikeve peravên Derya Reş di keştiyekî barhilgir de şewat derket û di encamê de 16 kes birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa sê kesan girane. Heya niha kes sedema derketina şewatê nizane lê polîsê deryayê û yê ewlehiya qerexan mudaxele kirin da agir vemirînin.
Ji muretebatên keştiyê 16 kes bi alîkariya teknên masîvanan birin limana Sînopê. Ajotvanê keştiyê bi xwe wenda ye. Xebatên vemirandina agir û rizgarkirina muretebatên keştiyê dewam dike.