TR KU SO
FB X
Cîhan

Li sînorê Azerbaycan-Ermenistanê leskerekî Azerî hat kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 21 îlon 2020 18:01

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragihand ku li sînorê Ermenistanê ji ber gulereşandina hêzên ermen leşkerekî azerî hatiye kuştin.

Wezaretê sersaxî daye malbata wî leşkerî û diyar kiriye ku bûyer li herêma Tovuzê li ser sînorê herdu welatan rû daye û Ermenistan bi zêdekirina rageşiyê tawanbar kir.

Hevdem Wezareta Berevaniya Azerbaycanê daye xuyakirin ku hêzên wan şeva borî balafireke bêpîlot a Ermenistanê dema firîna keşfê li ser hêzên wan dikir xistiye xwar.

Parve bike: