Cîhan
Li Sirnexê serê bi kêran: 13 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Şirnexê di encama şerê bi kêran ê di navbera du koman de, 13 kes birîndar bûn.
Li Merkez Cumhuriyet Mahallesi di navbera her du koman de ji ber sedemeke ku nayê zanîn nîqaş derket.
Piştî ku niqaş veguherî şer, 13 kes bi kêrê birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Polîsan 7 kesên tevlî şer bûn desteser kirin. (Çavkanî: AA)