Li Sûdanê biryara agirbesta nû ya 72 saetan hat dayîn
PeyamaKurd - Li Sûdanê artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) biryara agirbesta nû ya 72 saetan dan.
Di daxuyaniya HDKê de, bi navbeynkariya Amerîkayê ji nîvê şevê ve biryara agirbesta mirovî ya 72 saetan ji bo vekirina korîdorên alîkariyên mirovî, hêsankirina çûnûhatina welatiyan û şêniyan, gihandina nexweşxane û herêmên ewle, valakirina nûnertiyên dîplomatîk hate girtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, HDK ji bo derketina biyanî û nûnertiyên dîplomatîk ên bi ewle ji welêt amade ye hevkariyê bike, hat destnîşankirin, ew ê di heyama ku hatiye îlankirin de li gorî agirbestê tevbigerin û wiha hat gotin: "Em aliyên din hişyar dikin ku li dijî binpêkirinên berdewam ên ji ber nepejirandina agirbestê ne."
Rayedarekî leşkerî yê ku ji Aljazeera re daxuyanî da diyar kir, artêşê bi navbeynkariya Amerîkayê, agirbesta 3 rojan qebûl kiriye.