TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sûdanê hukumeta teknokratan ya demkî tê avakirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 19 hezîran 2019 03:46

PeyamaKurd- Cîgirê serokê konseya leşkerî ya Sûdanê Orgeneral Muhammed Hamdan Daklu Himidtî ragihand ku heya hilbijartin li Sûdanê çêbibin, wê hukumeteka demkî ji teknokratan ava bikin. Himidtî li seha fûarê ya payîtexta Sûdanê li Hartûmê xîtabê rêvebirên cîh kir. General got ku divê serokên partiyan xwe ji berjewendiyên taybet dûr bixin û di halê niha de berpirsiyariyê bigrin ser xwe. Himidtî weha dewam kir:

“Meclisên deverî yên ku ji qebîleyan ava bûne, di nezera me de parlementoya welat temsîl dikin. Heya li Sûdanê hilbijartin çêbibe, bi awayeka bilez em ê hukumetekî demkî ji teknokratan ava bikin. Konseya Leşkerî biryar da ku hukumeta teknokratan bê avakirin.”

Parve bike: